RSF: Li Lubnanê qetilkirina rojnamevanan 'sûcê şer e’
Rojnamevanên Sînornenas kronolojiya bûyerên derbarê rojnamevan Emel Xelîl a di êrîşeke Îsraîlê de li başûrê Lubnanê hat qetilkirin ji nû ve ava kir û êrîş wekî sûcê şer bi nav kir.
Rojnamevanên Sînornenas kronolojiya bûyerên derbarê rojnamevan Emel Xelîl a di êrîşeke Îsraîlê de li başûrê Lubnanê hat qetilkirin ji nû ve ava kir û êrîş wekî sûcê şer bi nav kir.
Rojnamevanên Sînornenas (RSF) kronolojiya bûyerên derbarê êrîşa li Lubnanê ku bû sedema qetilkirina rojnamevan Emel Xelîl ji nû ve lêkolîn kir û êrîşê wekî "sûcê şer" şermezar kir.
Nûçegihana El Ekber ali Lubnanê Emel Xelîl roja Sêşemê di êrîşeke hewayî ya Îsraîlê de li başûrê Lubnanê jiyana xwe ji dest da. Hevpîşeya wê Zeyneb Ferec jî di heman êrîşê de birîndar bû.
Li gorî kronolojiya ku ji hêla RSF’ê ve hat berhevkirin, her du rojnamevan pêşî di êrîşeke nêzîkî wesayîta wan de li bajarê El-Teyrî li dora saet 14:30’an de bûne hedef. Piştre wan spartin avahiyek sê qatî. Saet di 16:00’an de êrîşeke duyemîn a hewayî wesayîta rojnamevanan hedef girt. Avahiya ku rojnamevan lê bûn saet 16:27’an hat lêdan. Hat ragihandin ku têkiliya dawî ya bi Emal Xelîl re saet di 16:22’yan de çêbû.
Dora saet di 18:00’an de tîmên rizgarkirinê rojnamevana birîndar Zeyneb Ferec derxistin. Lê ji ber gulebarana dijwar negihîştin Emel Xelîl. Nêzîkî saet di 19:20’an de artêşa Lubnanê, tevî ku peywirê wê tunebû jî bi tîmên Xaça Sor re mudaxaleyî pêvajoyê kir. Tîmên rizgarkirinê saet 20:20’an de gihîştin cihê bûyerê û dest bi xebatê kirin û di saet di 23:10’an de gihîştin cenazeyê Emal Xelîl.
Her wiha di daxuyaniyek fermî ya di saet 20:00’an de hat dayîn de hedefgirtina rojnamevan piştrast kir û wekî “Yên ku bêdestûr peymana agirbestê binpê kirine" bi nav kir.